Negar Pertew: Danûstandinên Îran û Emrîkayê di pêvajoyek nazik re derbas dibe

Lêkolînera siyasî û têkiliyên navneteweyî Negar Pertew, diyar kir ku danûstandinên Îran û Emerîkayê di pêvajoyeke nazik û çendqatî re derbas dibe ku tê de rola navbeynkarên cûda, hesabên aborî û kêmrengbûna mafên mirovan hê jî diyarker in.

ŞEHLA MUHEMMEDÎ

Navenda Nûçeyan – Wekî ku em dizanin, pêvajoya danûstandinên di navbera Îran û Emerîkayê de ji dehsalên borî ve heta niha berdewam dike û di hefteyên dawî de bi îmzekirina peymanekê derbasî qonaxeke nû bûye. Di vê çarçoveyî de, li hin welatên Ewropî jî hevdîtin hatine kirin, lê rapor nîşan didin ku atmosfera van diyalogan pir ne bixêr  e û hêvîdar nebûye.

Li gorî hindek daneyan şandeya Îranê di yek ji qonaxên danûstandinan de cihê gotûbêjê hiştiye û ev yek jî bûye sedema zêdebûna gumana li ser paşeroja vê pêvajoyê. Niha pirsên li ser bandora van danûstandinan li ser paşeroja Îranê, îhtîmala çareserkirina krîzan û îhtîmala berdewambûna aloziyan an jî pevçûnan di navbera her du aliyan de tên rojevê. Pirsên ku tê gotin bersiva wan dê di mehên pêş de zelaltir bibe.

Di heman demê de, hinek analîz nîşan didin ku xalên di daxwazên herî dawî de hatine ziman, di hin waran de wekî berjewendiya Komara Îslamî têne nirxandin, lê di heman demê de ev rexne jî heye ku daxwazên mafên mirovan di vê pêvajoyê de kêmreng û lawaz bûne.

Lêkolînera siyasî û lêkolînên navneteweyî Negar Pertew, derbarê pêvajoyê de bersiva pirsên edîtora ajansa me da.

* Di serî de, hûn pêvajoya danûstandinên di navbera Îran û Emerîkayê di van mehên dawî de çawa dinirxînin, gelo ev peymana dikare bibe nîşaneya peymaneke mayînde û kêmkirina aloziyan?

Tiştê em îro dibînin, lihevhatineke pir lazaz û şikestî ye; peymanek ku gelek caran li ser hatiye axaftin, di hin qonaxan de negihîştiye encamê, hin caran hatiye taloq kirin û heta çend caran hatiye paşxistin. Ev rewş nîşan dide ku beşek ji struktura siyasî ya Îranê ji bo kêmkirina giraniya ambargoyan û bi taybetî di warê petrol û petrokîmyayê de, hewcedariyeke cidî bi peymaneke wisa heye.

Heta raporên dawî didin xuyakirin ku hin qedexeyên li ser hinardekirina petrol û petrokîmyayê bi awayekî demkî û sînordar ji bo çend rojan hatine rawestandin. Mijarek ku dikare bandorê li ser firotina petrolê bike, lê dîsa jî wekî herikîneke demkurt û ne mayînde tê nirxandin. Bi giştî, ev pêvajo hêdî û bi guhertinên mezin pêş ve diçe û rûbirûyî komeke pirsên çaresernebûyî ye.

Ji aliyekî din ve, ev krîz ne tenê nakokiyeke dualî ya navbera Îran û Emerîkayê de ye, her wiha dosyayeke çendqatî ye ku lîstikvanên piralî wekî Îsraîlê tê de hene. Ji ber vê yekê mirov nikare wê tenê di çarçoveya nakokiyeke dualî de analîz bike. Li gel vê, beşeke girîng a civaka navneteweyî jî bi çavekî rexnegir li polîtîkayên navokî yên Îranê dinhêre.

Di vê navberê de, mijarên wekî Lubnanê jî li van fersend û hevkêşeyên aloz hatine zêdekirin. Struktura dualî ya desthilatê li Lubnanê û rola Hîzbullahê bûye sedem ku hikûmeta vî welatî bi bêkêriyek cidî re rûbirû bimîne. Heta wê astê ku di warê pêşkêşkirina xizmetên giştî û aborî de jî şikestin û newekhevî çêbûye. Ev rewş bûye sedem ku Lubnan bibe yek ji xalên herî hesas di aloziyên herêmî de.

Di asta herêmî de, lihevkirina berjewendiyan û nakokiyên di navbera lîstikvanên cûda de, di nav de hikûmeta Lubnanê, Îsraîl û Îran, bûye sedem ku ev krîz rûyekî piralî û kûrtir bigre. Di navxweyê Lubnanê de jî nîqaşên li ser paşeroja Hîzbullahê û rola wê di struktura siyasî û ewlekarî ya welat de hê jî berdewam dikin.

Ev geşedan di nava Îranê de jî rû dane û ligel zêdebûna nakokiyên siyasî yên navxweyî, beşek ji herikînan tekezî li ser hewcedariya peymanê dikin û beşek din jî li dijî wê ne. Di encamê de, ev nakokiyên navxweyî û herêmî, rêbaza danûstandinan aloztir û nediyar kirine. Li gel van hemû mijaran, pirsa mafên mirovan jî wekî yek ji xalên herî girîng ên rexneyî maye. Raporên cûda behsa darvekirin, girtin û zextên li ser xwepêşanderan, di nav de xwendekarên zanîngehê dikin û hin saziyên navneteweyî tekez dikin ku divê di her peymanekê de cihê mafên mirovan diyar be.

Lê belê, di pratîkê de ne Îran û ne jî gelek ji welatên navbeynkar û aliyên têkildar, daxwazeke cidî nîşan nadin ku mafên mirovan bixin nav deqa danûstandinan û wê bi gelemperî di çarçoveya pirsên navxweyî de pênase dikin. Ev rewş bûye sedem ku mafên mirovan di pêvajoya danûstandinan de bi pratîkî di marjînaliyê de li derve bimîne.

Bi vî awayî, hê jî ev pirs tê kirin ku li gora rola welatên navbeynkar, di nav de Pakistan ku bixwe jî di warê mafên kêmneteweyan û komên etnîkî de rûbirûyî pirsgirêkên navxweyî ye. Gelo di bingeh de tu îmkan an amûrek heye ku mirov bikare mafên mirovan, bi taybetî mafên jinan û kêmneteweyên etnîkî li Îranê, bike nav pêvajoya danûstandin û peymanan? An jî divê mirov qebûl bike ku lojîka serdest a van danûstandinan û struktura navbeynkariyê mijarên wisa naxe pêş giringiya xwe û di encamê de mafên mirovan bi pratîkî ji rojevê dertê? Di dawiyê de pirsiyarî wiha ye ku gelo hê jî hêvî bi amûrên navneteweyî û zextên xwecihî mafên mirovan bikin nav vî şertî heye, an rêbaza heyî di bingeh de fersenda guhertineke wisa nade?

Ez difikirim ku em qet wext û di bin tu şert û mercî de nabe ku bihêlin em bêhêvî bibin; ev bi rastî mafê jinên vê herêmê ye û divê ji bo wê divê têkoşîn berdewam bike. Lê xala giring a ku min bi birêz Menan re jî li ser axivî ev e ku di nav van hemû şeran de (Îran, Îsraîl, Pakistan, Qeter, Erebistana Siûdî) hema bêje tu jineke biryardar di tu danûstandinekê de nayê dîtin û dengê jinan di astên fermî de pir kêm e. Ez nabêjim tenê Îran; pirsgirêkên Îranê bixwe hene, lê rewşa welatên navbeynkar jî ne çêtir e. Pakistan û Eganistan jî rûbirûyî krîzên cidî yên mafên jinan in, tevî vê yekê em kêm caran dibînin ku di asta fermî de giringiyeke cidî ji vê mijarê re were dayîn.

Li hember wê, dengê herî mezin ê çalakvanên jin ji Îran, Kurdistan û herêmên din tê bihîstin ku li ser jinên Efganistanê jî helwesta xwe nîşan didin û hevgirtinê çêdikin. Tevî vê yekê ez geşbîn im, ji ber ku vê rewşê hiştiye ku jinên li herêmê nêzî hev bibin û hevgirtineke mezin çêbibe; ne girîng e zimanê me çi ye, bêyî hevgirtinê tu hêz nîne. Di nîqaşa kêmneteweyan de jî, ji Belûcistanê heta rewşa Tirkan û koçberan, li gelek welatan cûreya cudahîxwazî û astengî hene ku di asta fermî de kêm tên axaftin.

Di dawiyê de du senaryo hene: an ev peyman dê bighîjin aştiyeke mayînde, an jî dê bighîjin lûtkeya asêbûnê. Aştî jî hewceyî guhertina nêzîkatiyên bingehîn û bidadkirina beşek ji dijminatiyên strukturî ye. Di vê navberê de jin hê jî li ber xwe didin û di heman demê de, heta di nav desthilatan de jî şikestin û nerînên cûda li ser paşeroja danûstandinan derdikevin holê.

*Di vî beşî de, hê jî ev pirs heye ku çima ji nav vebijarkên navbeynkariyê, destpêkê Tirkiye bi paş ve çû, piştre Pakistan hat hilbijartin û di dawiyê de welatekî Ewropî wekî mêvandarê danûstandinan hat destnîşankirin. Her wiha ev pirs heye ku ev guhertin dê çi bandorê li ser pêvajoya gotûbêjan bike û gelo amadebûna Ewropayê dikare rêbaza danûstandinan bighîne encameke cûda yan na? Li gel van mijaran, rola welatên Ewropî jî cihê pirsê ye; gelo ew tenê li pey kêmkirina aloziyan û dawîanîna li pevçûnan in, yan berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî jî di vê pêvajoyê de dişopînin, diparêzin û ev mijar dê çi bandorê li ser paşeroja danûstandinan bike?

Tirkiyeyê di destpêkê de dixwest rola navbeynkariyê bilîze, lê ji ber aloziya têkiliyên xwe yên ligel Dewletên Yekbûyî yên Emrîkayê (DYE) û nakokiyên dîrokî û siyasî yên ligel Washingtonê, ev rol bi awayekî xurt berdewam nekir. Têkiliyên Enqere û Emrîkayê di demên cûda de ligel nakokiyan bûn û Tirkiyeyê di heman demê de hewl da ku polîtîkayeke derve ya serbixwetir, di nav de li hember Îsraîlê, bimeşîne. Ev helwest, li gel atmosfera medyayî û civaka xwecihî ya çalakê, her wiha bû sedem ku lîstina roleke bêalî ji bo Tirkiyeyê zehmettir bibe. Di berdewamiyê de, Pakistan mîna mêvandarê danûstandinan hat rojevê; hilbijartinek ku hinekî vedigere ser pozîsyona wê ya cografî û têkiliyên hevsengtir ên vî welatî ligel aliyan, lê ya herî giring ew e ku bi atmosfera nezelal a danûstandinan ve girêdayî ye. Cihê ku belavbûna nûçeyên nakok û nebûna zelaliya fermî, mêvandariya li welatên xwedî atmosfera medyayî ya azad sînordar dike.

Di şertên wisa de, Pakistanê karibû roleke navbeynkariyê ya kêm-nîqaş bilîze, her çend ev hilbijartin jî bê pirsgirêk nebû. Di qonaxa din de, beşek ji gotûbêjan derbasî welatên Ewropî bû. Ewropa di vê pêvajoyê de berî her tiştî bi hesabên aborî û enerjiyê dikeve dewrê; ji ber ku berovajî Emerîkayê, girêdaneke wê ya mezin bi herikîna mayînde ya enerjiyê re heye û her astengiyek dikare bandorê li ser aborî, veguhestin û tûrîzma wê bike. Welatên wekî Fransa, Îtalya û Portûgal bêtir lawaz in û heta aboriyên pîşesazî yên wekî Almanyayê jî girêdayî aramiya enerjiyê ne. Di encamê de, rola Ewropayê bêtir berê xwe dide parastina aramiya demkurt û birêvebirina encamên aborî, ne ku ketina kûr a nav hûrguliyên siyasî û ewlekarî yên krîzê.

*Niha em dixwazin berê xwe bidin encamên aborî yên vê peymana li ser gelê Îranê. Ev pirs tê rojevê ku di rewşa berdewambûn an jî dawîbûna danûstandinan de, ev pêvajo dê çi bandorekê, çi erênî çi neyînî, li ser rewşa jiyan û debara gel bike? Gelo gel dê bi rastî bibe şahidê başbûneke aborî û kêmkirina zextên jiyanê, an ev guhertin dê bêtir di asta struktura desthilatê de bimînin û di berjewendiya kom û çînên aborî yên taybet ên di nav desthilatdariyê de bi dawî bibin? Di dawiyê de ev pirsa sereke derdikeve pêş ku gelo berjewendiyên îhtîmalî yên vê peymanê dê derbasî jiyana rojane ya gel bibin, an dê di asta elîtên siyasî û aborî de sînordar bimînin?

Niha ger ku em li rewşa aborî binhêrin, mijar tenê bi serbestberdana çavkaniyên darayî yên li welatên wekî Qeterê sînordar nabe; ev pere bi gelemperî di çarçoveya bernameyên diyar ên xwarin û dermanan de tên berdan, ne ku bi awayê dravê amade bin ji bo bihêzkirina rasterast a aboriya navxweyî. Ezmûnên borî jî nîşan dane ku ev çavkanî bêtir ji bo birêvebirina demkurt a krîzan tên bikaranîn, ne ji bo veberhênana mayînde û geşepêdanê. Ji aliyekî din ve, ambargo jî bi gelemperî bi temamaî nayên rakirin, dibe ku şêwaz û rêbaza dorlêdana wan diguhere û di encamê de struktura aborî hê jî di rewşeke sînordar û nezelal de dimîne. Ji ber vê yekê ev pirs tê kirin ku gelo peymanên wisa di bingeh de dikarin bibin sedema geşepêdana neteweyî yan na.

Geşepêdana mayînde li Îranê hewceyî kişandina veberhênana navneteweyî ya biaram e; mijarek ku tenê di rewşa kêmkirina aloziyên siyasî û guhertina di nêzîkatiya polîtîkaya derve de pêkan dibe. Di rewşeke din de, nîşanderên veberhênanê dê nizm bimînin û ketina sermayeya biyanî dê sînordar be. Di vê navberê de şikestinek bingehîn heye; gelo struktura siyasî dikare ber bi aboriyeke geşepêdan bingeh ve gavan baveje, an dê hê jî di çarçoveya alozî û îdeolojiyê de bimîne. Ev her du rê rûyên cûda ji bo paşeroja welat diyar dikin. Li gel van hemû faktoran, rola civaka xwecihî jî giring e; civakek ku di geşedanên dawî de nîşan daye ku şiyana wê ya bandorkirinê heye. Serhildana “Jin Jiyan Azadî” jî hê wekî yek ji xalên herî giring di bîra civakî û siyasî ya Îranê de li pêş e.